Çile 14, 2025 18:56 Asia/Tehran
  • Zimanê Farisî û dîroka hevpar pêwendiyên çandî navbera Îran û Uzbekistanê bihêztir dike

Serokê Binyata Se'dî di hevdîtina digel mamosteyên Kolêja Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Taşkendê da got, Zimanê Farisî û dîroka hevpar pêwendiyên çandî navbera Îran û Uzbekistanê bihêztir dike.

Xulam-Elî Hedad Adil Serokê Binyata Se'dî her wiha got: Uzbekistan beşek ji çanda îranî ya kevn e û Zimanê Farisî li vî welatî rewaca xwe hebûye û wek mîrata çandî xwedan giringiyeke taybet e.

Serokê Binyata Se'dî bal kişande ser dîroka zanistî ya Boxara û Semerqendê û got: Ev du bajar di rojhilatê cîhana îslamê da bi qasê Bexda û Şamê (Dîmeşq) ji hêla zanistî va giring û payeberz bûn.

Serepeyv