Mêhrîcana Fîlma Filistînê li Viyenaya Otrîşê
Şeşemîn Mêhrîcana Fîlma Filistînê ser navê Kenanê li Viyenaya Paytexta Otrîşê (Avusturya) Duşemê şev destpê kir. Mebest ji lidarxistina wê ew e ku cihekî ji bo nîşandana berhemên fîlmçêkerên filistînî û fîlmên girêdayî Filistînê ku jiyana filistîniyan û berxwedana wan nîşan dide, pêk were. مصاحبه آقا
Di şeva yekê ya Mêhricana Fîlma Filistînê li Viyenê da, fîlma "Rondikên darên zeytûnan li ku ne" hat weşandin ku çîroka jiyana rojane û êş û azarên filistîniyên ku di bin dagirkeriya rejîma Îsraîlê de ne, nîşan dide. Mêhricana Fîlmên Filistînê li Viyenê bi axavtina balyozê Filistînê Salih Ebdulşefîq destpê kir û hejmarek zêde ji nûner û dîplomatên niştecihê Otrîşê jî di vê festîvalê de beşdar bûn û hevxemiya xwe bi gelê Filistînê re ragihandin.
Di dewama vê mêhricana li Viyenê da hin fîlmên li ser Roja Reş a sala 1948`an, jiyana di bin dagirkiriyê li El Xelîlê û berxwedana xelkê Beyt Hanûnê wê bên nîşandan. Ji ber serkevtina berbiçav a Mêhricana Fîlman a Filistînê li Viyenayê, rêkxînerên vê mêhricanê ji bo lidarxistina Mêhricana Heftan a Fîlma Filistînê di biuhara dahatî da pilana dadirêjin. Para zêde ya bilîtên vê mêhricanê ji pêş ve hatinbe firotin. Eva di halekî da ye ku medyayên mezin xwe ji weşandina nûçeyên li ser vê bûyera têkildarî Filistînê dûr ragirtine. Serkevtina vê mêhricanê hevgirtîbûna berfireh a li gel xelkê Filistînê li welatê Otrîşê nîşan dide.