Cotmeh 20, 2024 16:35 Asia/Tehran
  • Îran; mazûvana çardehemîn Komcivîna Navneteweyî ya rêzgirtina li Ebolfezl Bêyheqî

Çardehemîn Komcivîna Navneteweyî ya Rêzgirtina li 'Ebolfezl Bêyheqî' wêjevan û dîroknivîsê îranî dê sibe Duşemiyê, 21ê Cotmeha 2024an, bi beşdariya komeke axêver û lêkoleran ji welatên cûrbicûr ên cîhanê li bajarê Sebziwarê yê ser bi Parêzgeha Xorasana Rezewî li bakurê rojhilatê Îranê were lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA'yê, 'Mehyar Elewî-Muqedem' Sekreterê Çardehemîn Komcivîna Navneteweyî ya Rêzgirtina li 'Ebolfezl Bêyheqî' û Lêkolînên Navbera Zanistan di Pexşana Farisî da bal kişande ser beşdariya lêkolerên îranî û derveyî di vê komcivînê da û got: 12 axêverên îranî û derveyî di du civînan da babetên xwe têkildarî lêkolînên navbera zanistan di pexşana farisî û Dîroka Bêyheqî da pêşkêş dikin.

Li gorî gotina Elewî, Hin lêkoler ji welatên Iraq, Efxanistan, Tacîkistan, Hind, Pakistan, Uzbekistan û Ermenistanê bi awayê amadehî û înternetî dî beşdarî Çardehemîn Komcivîna Navneteweyî ya Rêzgirtina li 'Ebolfezl Bêyheqî' bibin.

Roja 1ê meha Abanê (22ê Cotmehê) di salnameya fermî ya Îranê da wek Roja Neteweyî ya Rêzgirtina li Ebolfezl Bêyheqî hatiye tomarkirin.

Ebolfezl Bêyheqî wêjevan û dîroknivîsê îranî yî sedsala pêncem a Koça Heyvî û nivîskarê "Dîroka Bêyheqî" ye ku sala 385an a Heyvî li gundê Haris Abadê ya Bêyheqê (Sebziwara niha) ji dayîk bû.

Dîroka Bêyheqî ji aliyê gelek karzan, pispor û mamosteyên wêjeya farisî va wek mînaka herî berkeftî û mihteşem a pexşana farisî hatiye naskirin; ji ber vê yekê nasnavê "Bavê pexşana farisî" li Bêyheqî hatiye kirin.

Serepeyv