Tebax 29, 2024 18:33 Asia/Tehran
  • Wergera Kurdî ya berga duyem a “Qanûn der Tibb”ê hat weşandin

Mahpare Lahîcanî lêkoler û wergêrê mehabadî berga duyem a pirtûka “Qanûn der Tibb”ê berhema “Bû-Elî Sîna” bi navê “Qanûn le pizîşkî da” bi Zimanê Kurdî (Soranî) wergerand û da weşandin; bi vî rengî ev 16ehemîn zimanê zindî yê cîhanê ye ku ev berhem lê tê wergerandin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Pirtûka “Qanûn der Tibb”ê di dehsaliya 1350 û 1360î ya Koça Hetawî ji aliyê Mamoste Ebdurrehman Şerefkendî nasyar bi Hejar Mukrîyanî nivîskar, helbestvan, wergêr û ferhengnivîsê Kurd ê mehabadî û li ser siparîşa Zanîngeha Tehranê di 8 bergen da ji Zimanê Erebî li Farisî hatibû wergerandin.

Ev pirtûk heta niha ji bilî Kurdî li 15 zimanên zindî yên cîhanê hatiye wergerandin û xwedan giringiyeke gelekî zêde ye; wergera nû ku ji Zimanê Farisî bo Kurdî pêk hatiye, wergera 16an a vê berhema dîrokî û giring e ku bi hewla wergêra mehabadî pêk tê.

Yekem berga vê berhemê sala bihorî di 758 rûpelan da û bi rêya Weşana Aryohanê li Tehranê hat weşandin.

Hêjayî gotinê ye, Mahpare Lahîcanîyê heta niha pirtûka Dîwana Helbestên “Mela Marif Kokeyî” berhev kiriye; wê her wiha Pirtûka “Hînkirina cilûbergên Kurdî yên Navçeya Mukrîyanê” jî bi Zimanê Kurdî weşandiye.

 

 

Serepeyv