Çîmena bizvok a Tikabê wek mîrateya welêt hat qeydkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i345560-Çîmena_bizvok_a_tikabê_wek_mîrateya_welêt_hat_qeydkirin
Serokê Dezgeha parastina jîngeha Tekabê got: Çîmena bizvok an gerrok a vî bajarî wek berhemeke neteweyî ya sirûştî hat tomarkirin û parastina wê hat spartin bo jîngehê.
(last modified 2023-12-24T02:56:55+00:00 )
Kanûn 24, 2023 06:20 Asia/Tehran
  •  Çîmena bizvok a Tikabê  wek mîrateya welêt hat qeydkirin

Serokê Dezgeha parastina jîngeha Tekabê got: Çîmena bizvok an gerrok a vî bajarî wek berhemeke neteweyî ya sirûştî hat tomarkirin û parastina wê hat spartin bo jîngehê.

Mihemed Riza Sadeqiyan diyar kir: Ev giya wek giraveke livîn e bi rûbera 80 metre çargoşe li ser goleke biçûk û bi ba û herikîna hewayê yan jî tevgereke taybet araste xwe diguherîne û di aliyê cuda de dimeşe. 

Tevahiya rûbera vê çîmena ecêb û bêbawer bi mezinahiya yek hektar e û di nîveka geliyekî kûr de ye ku qamîş,  darên bilind û kulîlkên bedew li derdora wê bandorek xwezayî ya taybet û bedew daye wê.

AvahiyaText Silêman, çîmena gerok du şemalên "Qeinerceyê", Zindana Silêman, kompleksa kaniyên germ ên Ehmedabad û Qeynerceyê, qesr û xaniyan ji berhemên din ên xwezayî û dîrokî yên bajarê Tekab in.