Qaremana  Kurd bi germî hat pêşwazîkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i345060-qaremana_kurd_bi_germî_hat_pêşwazîkirin
Werzişvana şampiyona cîhanî Erîvan Barût, li Dêrsima Kurdistana Tirkiyê, ji aliyê heval, malbat, rahêner û berpirsên bajêr ve bi germî hat pêşwazîkirin.
(last modified 2023-11-29T02:41:56+00:00 )
Tesrîn 29, 2023 06:10 Asia/Tehran
  • Qaremana  Kurd bi germî hat pêşwazîkirin

Werzişvana şampiyona cîhanî Erîvan Barût, li Dêrsima Kurdistana Tirkiyê, ji aliyê heval, malbat, rahêner û berpirsên bajêr ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Keça Kurd a Dêrsimî û werzîşvana Kick Boksê, di Şampiyoniya Cîhanî ya Kick Boksê ya di navbera 17 û 25ê Çiriya Paşîna 2023yan de li bajarê Lîzbonê yê Portugalê hat sazkirin di fînalê de li hemberî rikebera xwe ya Îsraîlî bi ser ket û bû yekemîna cîhanê.

Erîvana ku madalyaya zêr wergirt ji Rûdawê re behsa çîroka xwe kir.