Wênegir Omer Xidir, bi rêya wêneyên xwe xweşiktiya xwezaya Soran nîşan dide
Hezîran 24, 2023 19:44 Asia/Tehran
Li Hola Rêveberiya Çand û Hunerê ya Soran wênegir Omer Xidir pêşengehek vekir ku 40 wêneyên xwezaya sînorê Soran tê de hebûn.
Li gorî wênegir Omer dîmenên xweş ên xwezayê ew kişandiye wênegiriyê û niha jî pîşeya xwe kiriye çavkaniya debara jiyanê.
Pirtûkxaneya Elî Mekteb li Hola Rêveberiya Çand û Hunerê ya Soran 5. Pêşengeha Taybet ya ji bo Wêneyan hate lidarxistin. Di vê pêşengehê de wêneyên Wênegir Omer Xidir Kakîl ku pêşengeha wî ya duwem a wêneyên xwezayê ye hatin pêşandan. Armanca vê pêşengehê jî hîn zêdetir nasandina xwezaya ciwan a sînorê îdareya Soran bi geştyarên biyanî ye.
Omer Xidir wênegireke ku ev 30 salin karê wênegiriyê dike û wênegirî ji bo xwe kiriye pîşe û çavkaniya debara jiyana xwe.