Tîma neteweyî ya Hendbola Perravê ya Îranê di rêza sisêyan a Asyayê da cih girt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340247-tîma_neteweyî_ya_hendbola_perravê_ya_Îranê_di_rêza_sisêyan_a_asyayê_da_cih_girt
Tîma neteweyî ya Hendbola Perravê ya Îranê cîgeha sêyem a Asyayê bi dest xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2023 13:58 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya Hendbola Perravê ya Îranê di rêza sisêyan a Asyayê da cih girt

Tîma neteweyî ya Hendbola Perravê ya Îranê cîgeha sêyem a Asyayê bi dest xist.

Dora nehem a Pêşbirkên Hendbola Perravê ya Qaremaniya Asyayê bi mazûvaniya Balîya Endoneziyê roja Yekşemiyê 19ê Adarê û bi danasîna tîmên serkeftî bi dawî bû.

Tîma neteweyî ya Hendbola Perravê ya Îranê di pêşbirka rêzebendiyê da karî bi encama 2-0 ji Viyêtnamê bibe û di rêza sêyem a Asyayê da cih bigire.

Tîma neteweyî ya Hendbola Perravê ya Îranê bi pêkhate û encamên tam ciyawaz digel dorên berê yên pêşbirkên Qaremaniya Asyayê û bi navgîna temenî ya 18.6 sal wek tîma herî cewan a Asyayê beşdarî van pêşbirkan bûbû.

Lîstina serkeftî ya Tîma neteweyî ya Hendbola Perravê ya Îranê di van pêşbirkan da bala temaşevan û aliyên beşdar kişandibû.