Kapa Cîhanî ya Futbolê ya bê yê bi 48 tîman were lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340142-kapa_cîhanî_ya_futbolê_ya_bê_yê_bi_48_tîman_were_lidarxistin
Federasyona Navnetewî ya Futbolê (FIFA) bi awayekî fermî ragihand ku Kapa Cîhanî ya Futbolê ya bê yê bi 48 tîman were lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2023 15:57 Asia/Tehran
  • Kapa Cîhanî ya Futbolê ya bê yê bi 48 tîman were lidarxistin

Federasyona Navnetewî ya Futbolê (FIFA) bi awayekî fermî ragihand ku Kapa Cîhanî ya Futbolê ya bê yê bi 48 tîman were lidarxistin.

Li gorî ragihandina FIFA`yê, di kapa Cîhanî ya sala 2026ê da yê 48 tîm di çarçova 12 komên çartîmî da cî bigirin.

Di wê Kapa Cîhanî da yê tîmên serketî yên yekem û duyem ên her komekê digel 8 tîmên ku di rêza sêyê ya koma xwe da cî girtine, yê derbasî qonaxa bijartina 16 tîmên serkevtî bibin.

Di Kapa Cîhanî ya Futbolê ya sala 2026ê da yê 104 pêşbirk di 39 rojan da bi mazûvanîya 16 şarên 3 welatên Amerîka, Mekzîk û Kanadayê bên lidarxistin.