Pêşbirkên Qaremanîya Cîhanê; Tîma Skîyê ya Îranê derbasî fînalê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339629-pêşbirkên_qaremanîya_cîhanê_tîma_skîyê_ya_Îranê_derbasî_fînalê_bû
Tîma Skîyê ya Îranê di Pêşbirkên Skîya Alpine ên Qaremanîya Cîhanê da derbasî fînalê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2023 11:06 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Qaremanîya Cîhanê; Tîma Skîyê ya Îranê derbasî fînalê bû

Tîma Skîyê ya Îranê di Pêşbirkên Skîya Alpine ên Qaremanîya Cîhanê da derbasî fînalê bû.

Di van pêşbirkan da ku bi pişkdarîya 4 werzişkarên Skîyê yên Îranê hatin lidarxistin, “Mihemed Kîya-Derbendserî” û “Mihemed Sawe-Şêmşekî” bi tomarkirina dema hevpar baştirîn encama dîroka Skîyê bo Îranê bi dest xistin û di nav 118 werzişkarî di rêza 23an da cî girtin û derbasî fînalê bûn.

Ev cara yekê di dîroka Skîya Îranê da ye ku 2 werzişkar di çiqa Alpine’ê da derbasî fînala Pêşbirkên Qaremanîya CÎhanê dibin.

Ev du werzişkarên îranî yê îro di fînalê da derkevin pêşberî reqîbên xwe.