Wênegirê îranî mîdala zêr a FIAP’yê ya Srî Lankayê bi dest xist
Sibat 14, 2023 14:43 Asia/Tehran
Wênegirê erdebîlî di pêşbirkên Lakdîwayê yên Srî Lankayê tevî bidestxistina Bawernameya EFIAP’yê (hunermendê bijartî yê FIAP’ê), mîdala zêr a FIAP’yê (Federasyona Navneteweyî ya Hunera Wênegirtinê) jî bi dest xist.
Li gorî rapora IRNA’yê ya roja Sêşemiyê, “Elî Perendek” wênegirê erdebîlî bi mîdala zêr a wênegiriyê ya Srî Lamkayê bi 8 berheman û mîdalek di beşa Geştyariyê da karî di vê festîval da bibe yekem.
Ev hunermendê erdebîlî (bakurê rojavayê Îranê) di dawiya sala 2022an da ji heft kesên bijartî yên Îranê ji bo bidestxistina vê bawernameyê ji Fransayê bû.
Perendek heta niha pênc mîdalên zêr ên asta cîhanê ji welatên Almanya, Rûmanya, Srî Lanka û Lûkzambûrgê bi dest xistine.