Rikeberiya rêzefîlmeka îranî di Mêhrigana Fîlman a Fransayê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339395-rikeberiya_rêzefîlmeka_îranî_di_mêhrigana_fîlman_a_fransayê_da
Rêzefîlma îranî ya bi navê “Aktor” li Mêhrigana Fîlman a “Sêrîz Maniya” ya Fransayê ku yek ji mêhriganên navneteweyî yên herî girîng e, hat wergirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2023 12:33 Asia/Tehran
  • Rikeberiya rêzefîlmeka îranî di Mêhrigana Fîlman a Fransayê da

Rêzefîlma îranî ya bi navê “Aktor” li Mêhrigana Fîlman a “Sêrîz Maniya” ya Fransayê ku yek ji mêhriganên navneteweyî yên herî girîng e, hat wergirtin.

Nêzî 400 rêzefîlm ji welatên curbicur ji bo Mêhrigana “Sêrîz Maniya”yê hatine şandin ku tenê 8 rêzefîlm ji bo rikeberiya di pişka ‘Navneteweyî’ da hatin wergirtin.

Rêzefîlma “Aktor” dê bi rêzefîlmên ji welatên Amerîka, Fransa, Spaniya û Japonê ra bikeve rikeberiye.

“Sêrîz Maniya” yek ji mêhriganên herî mezin ên navneteweyî yên rêzefîlman li cîhanê ye ku her sal li bajarê Lîlê yê Firansayê tê lidarxistin.

Îsal jî ev mêhrigana ku wek mêhrigana herî mezin a rêzefîlmên televîzyonî li Ewropayê tê nasîn, yê ji 17 heta 24’ê Adarê were lidarxistin.