Yekem lejyonerê Ragbiyê yê Îranê tev li tîma Barselona Spanyayê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i338906-yekem_lejyonerê_ragbiyê_yê_Îranê_tev_li_tîma_barselona_spanyayê_bû
Endamê tîma neteweyî ya Ragbiyê ya Îranê wek yekemîn lejiyoner tev li tîma Barselonê ya Spanyayê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 18, 2023 13:21 Asia/Tehran
  • Yekem lejyonerê Ragbiyê yê Îranê tev li tîma Barselona Spanyayê bû

Endamê tîma neteweyî ya Ragbiyê ya Îranê wek yekemîn lejiyoner tev li tîma Barselonê ya Spanyayê bû.

Li gorî rapora IRNA'yê, tevlêbûna Elî Yaqûtî endamê tîma neteweyî ya Ragbiya Îranê li tîma bajarê Barselonê bo cara yekem û bi armanca xurtkirin û geşepêdana Ragbiya Îranê pêk hat.

Tîma Ragbiyê ya bajarê Barselonê çend caran bû qaremana Lîga Spanyayê. Ev welata wek cemsereke Ragbiyê li cîhanê tê naskirin.

Ragbî (Rugby) werzîşeke komî ya hezkirî ye ku weke fûtbolê li ser çîmenê û bi gogeke bi teşeya hêkan tê lîstin.