Kupa Cîhanî: Fransayê Mexrib têk da û derbasî fînalê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i338153-kupa_cîhanî_fransayê_mexrib_têk_da_û_derbasî_fînalê_bû
Tîma neteweyî ya Fransayê bi serkeftina 2-0 li hemberî Mexribê, derbasî pêşbirka dawiyê ya Kupa Cîhanî ya Fûtbolê ya 2022an li Qeterê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2022 11:18 Asia/Tehran
  • Kupa Cîhanî: Fransayê Mexrib têk da û derbasî fînalê bû

Tîma neteweyî ya Fransayê bi serkeftina 2-0 li hemberî Mexribê, derbasî pêşbirka dawiyê ya Kupa Cîhanî ya Fûtbolê ya 2022an li Qeterê bû.

Li gorî rapora Fars News'ê, Di pêşbirka duyem a nîvfînala Kupa Cîhanî ya Fûtbolê ya 2022an li Qeterê, tîmên Fransa û Mexribê (Fas) êvara Çarşemiyê saet di 22:30 da çûn pêşberî hevûdu û di encamê da Fransayê bi têkdana hevrika xwe bo duyemîn cara lidûhev derbasî fînala Kupa Cîhanî bû.

Di vê pêşbirkên da Kîliyan Mbapê (Kylian Mbappé) gelekî baş lîst û rola wî di her du golên Fransayê da hebû.

Li aliyê din, coş û heyecana Mexribê bi dawî bû, lê çîroka şêrên Atlantîkê dikare bê domamdin.

Mexrib dê êvara Şemiyê di pêşbirka rêzebendiyê da biçe pêşberî Krowasiyê.

Pêşbirka fînalê jî dê roja Yekşemiyê saet di 18:30 da navbera Fransa û Arjantînê were lidarxistin.