Tîma Power Liftîng a Îran li Asyayê bû duyemîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i334757-tîma_power_liftîng_a_Îran_li_asyayê_bû_duyemîn
Tîma neteweyî ya Power Liftîng a Îranê bû duyemîna li Asyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2022 18:31 Asia/Tehran
  • Tîma Power Liftîng a Îran li Asyayê bû duyemîn

Tîma neteweyî ya Power Liftîng a Îranê bû duyemîna li Asyayê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, Tîma neteweyî ya Power Liftîng a Îranê bi 9 werzişvanan li 36`emîn dewra pêşbirkên şampiyoniya Asyayê li Hindistanê beşdar bû û Îran piştî Hindistana mazûvan di pileya duyem de cih girt û bû duyemîn.

Di dawiya van pêşbirkan de, Îranê bi giştî 5 medalên zêr, 4 zîv û medaleke tûnc bi dest xistin, ku ji wan medalan tîma neteweyî ya mezinan bi 4 werzişkaran karîn 2 medalên zêr,  medaleke zîv û medaleke Tûnc bi dest bixin. Di beşa dêrîn de jî Îranê 3 medalên zêr û medalek zîv bidest xist û di beşa ciwanan de jî medalek zîv bi dest xist.