Tîma futbolê ya Tirkiyê li hemberî Lîtvanyayê bi ser ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i334611-tîma_futbolê_ya_tirkiyê_li_hemberî_lîtvanyayê_bi_ser_ket
Tîma futbolê ya Tirkiyê di Lîga Ewropayê da bi serketina li hemberî Lîtvanyayê hîn di serê tabloyê da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2022 08:11 Asia/Tehran
  • Tîma futbolê ya Tirkiyê li hemberî Lîtvanyayê bi ser ket

Tîma futbolê ya Tirkiyê di Lîga Ewropayê da bi serketina li hemberî Lîtvanyayê hîn di serê tabloyê da ye.

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, Tirkiyê di Koma 1ê ya Lîga Cyê ya Neteweyan a UEFAyê da şeva çûyî di pêşbirka hefteya çaremîn da bi Lîtvanyayê ra hat hemberî hev û 2-0 ji reqîbê xwe bir.

Di deqîqeya 37an de Kaan Ayhan û di deqîqeya 54emîn de Hakan Çulhan‌oglu golên Tirkiyê avêtin.

Tirkiyê pêşbirka xwe ya 4emîn a di komê da jî qezenc kir û 4 car li ser hev bi ser ket û di komê da lîderiya xwe domand.

Tîma Neteweyî ya Tirkiyê di pêşbirka ewil da bi Giravên Faroeyê ra hatin hemberî hev û 4-0 bi ser ketin. Di pêşbirka duyemîn da Tirkiye û Lîtvanya hatin hemberî hev û Tirkiye 6 û 0 bi ser ket û Luksemburgê jî 2 û 0 têk biribû.