Întêr Mîlanê 3-1 ji Spezia'yê bir û hilkişiya serê rêzebendiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i333266-Întêr_mîlanê_3_1_ji_spezia'yê_bir_û_hilkişiya_serê_rêzebendiyê
Tîma Întêr Mîlanê aniha bi pueneke zêdetir ji hevrika xwe ya hevbajarî an ku A.S Mîlanê, di serê cedwela rêzebendiyê da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2022 04:53 Asia/Tehran
  • Întêr Mîlanê 3-1 ji Spezia'yê bir û hilkişiya serê rêzebendiyê

Tîma Întêr Mîlanê aniha bi pueneke zêdetir ji hevrika xwe ya hevbajarî an ku A.S Mîlanê, di serê cedwela rêzebendiyê da ye.

Tîma fûtbala Întêr Mîlana Îtalyay roja Înê bi encama 3-1 ji Spezia'yê (Spetziya) bir û hilkişiya serê cedwela rêzebendiya Serie A'ya Îtalyayê.

Întêr Mîlanê bi gulên Marcelo Brozovic, Lautaro Martinez, û Alexis Sanchez serkeftineke berbiçav bi dest xist.

Li aliyê din, Guilio Maggiore takegula tîma mazûvan li werzîşgeha Alberto Picco'yê avête keleha tîma Întêrê.

Aniha Întêr Mîlanê bi 69 puenan û pueneke zêdetir ji hevrika hevbajarî, A.S. Mîlan, di rêza yekem a Serie A'yê da ye.

Tîma Spetziyayê jî bi 33 puenan di rêza 15an da ye.