Bakûrê Sûriyê: Pêşangeha Şêwekariyê ya li Kobanê bi dawî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332269-bakûrê_sûriyê_pêşangeha_Şêwekariyê_ya_li_kobanê_bi_dawî_bû
Pêşangeha Şêwekariyê ya 3'yemîn a li Kobanê di roja sêyemîn de bi belavkirina xeletan bi dawî bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2022 12:22 Asia/Tehran
  •  Bakûrê Sûriyê: Pêşangeha Şêwekariyê ya li Kobanê bi dawî bû

Pêşangeha Şêwekariyê ya 3'yemîn a li Kobanê di roja sêyemîn de bi belavkirina xeletan bi dawî bû.

Pêşangeha Şêwekariyê ya  3'yemîn ku bi dirûşmeya "Keskesora Miştenûr sirûdên azadiyê dixemilîne" ji aliyê Desteya Çand û Huner a Herêma Firatê ve û bi çavdêriya wênesaz Mihemed Şahîn li bajarê Kobanê dabû destpêkirin, bi dawî bû.

Pêşangeh li hola Firatê hate vekirin. 70 tablo ku ji aliyê 20 wênesazan ve û bi çavdêriya wênesaz Mihemed Şahîn hatin xêzkirin, hatin daliqandin. Armanca ji vekirina pêşangehê; parastina çanda kurdî û teşwîqkirina hunermendan e ku behreyên ciwanan bi pêş bixin.

Pêşangeh 3 rojan dewam kir. Di her sê rojan de bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, endamên sazî û desteyên herêma Firatê berê xwe dan pêşangehê.

Di roja dawî ya pêşangehê de wênesaz Mihemed Şahîn, hemû hunermendên ku bi tabloyên xwe tev li pêşangehê bibûn ji aliyê Desteya Çand û Huner û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ve hatin xelatkirin.