Skîbazên îranî di pêşbirkên asyayî da zîvek û bronzek wergirtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332196-skîbazên_îranî_di_pêşbirkên_asyayî_da_zîvek_û_bronzek_wergirtin
Li ser biryara berpirsên Konfederasiyona Skiya Asyayê, encamên dora yekem a pêşbirkên Skiya Pêçokî (Spîral) a qehremaniya Asyayê wek encamên dawiyê hatin hesibandin û skîvanên îranî zîvek û bronzek wergirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2022 05:31 Asia/Tehran
  • Skîbazên îranî di pêşbirkên asyayî da zîvek û bronzek wergirtin

Li ser biryara berpirsên Konfederasiyona Skiya Asyayê, encamên dora yekem a pêşbirkên Skiya Pêçokî (Spîral) a qehremaniya Asyayê wek encamên dawiyê hatin hesibandin û skîvanên îranî zîvek û bronzek wergirtin.

Li gorî rapora ISNAyê, Pêşbirkên Skiya Alpayna Asyayê-2022 bi lidarxistina pêşbirkên Pêçokî (Spîral) ya mezin li pîsta Skiya Mezara Libnanê dest pê kir.

Di dawiya van pêşbirkan da li beşa jinan Atife Ehmedî bû duyem û mîdala zîv wergirt.

Di beşa mêran da jî Muhemed Save Şimşekî bû sêyem û mîdala bronz wergirt.