Derxistina sê tîmên Îranê ji nav Lîga Şampiyonan a Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i331228-derxistina_sê_tîmên_Îranê_ji_nav_lîga_Şampiyonan_a_asyayê
Konfederasyona Fûtbolê ya Asyayê (AFC) 3 nûnerên Îranê (Esteghlal, Perspolîs û Gulgohar) ji beşdariya li Lîga Şampiyonan a AFC bêpar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2022 16:23 Asia/Tehran
  • Derxistina sê tîmên Îranê ji nav Lîga Şampiyonan a Asyayê

Konfederasyona Fûtbolê ya Asyayê (AFC) 3 nûnerên Îranê (Esteghlal, Perspolîs û Gulgohar) ji beşdariya li Lîga Şampiyonan a AFC bêpar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, malpera Konfederasyona Futbolê ya Asyayê bi weşandina daxuyaniyekê raghand ku sê klûbên Îsteghlal, Perspolîs û Gulgohara Sîrcanê ji nav Lîga Şampiyonan a Asyayê ya sala 2022`an hatin derxistin.

Di daxuyaniya AFC de wiha hatiye gotin: Komîteya Serbixwe ya Kontrolê ya Konfederasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) biryar da ku li gorî bendên 14.4 û 14.5 ên destûrnamên pispor û teknîkî klûban Persepolis, Esteghlal û Gulgohara Sîrcanê (her sê klûbên Îranê) ji ber nebûna lîsansa wan a pîşeyî û teknîkî ji beşdariya di tûrnûvaya 2022 a Lîga Şampiyonan a Asyayê bê par bike.

Bi bêparkirina Îstîqlal û Perspolîsê, tenê Sepahan Îsfehan û Fûlada Xûzistan dê bibin nûnerên Îranê di Lîga Şampiyonan a Asyayê ya sala 2022an de.