Bidestxistina mîdala tûnc a werzişvana Îranî li pêşbirkên karateya jinên Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i330816-bidestxistina_mîdala_tûnc_a_werzişvana_Îranî_li_pêşbirkên_karateya_jinên_asyayê
Werzişka îranî li pêşbirkên karateya jinên Asiyayê mîdala tûnc bi dest xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 20, 2021 18:33 Asia/Tehran
  • Bidestxistina mîdala tûnc a werzişvana Îranî li pêşbirkên karateya jinên Asyayê

Werzişka îranî li pêşbirkên karateya jinên Asiyayê mîdala tûnc bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê; "Zehra Bonyanî" bi giraniya 55 kîlogram di pêşbirkeyên Hêviyên Asyayê li Qazaxistanê de çû ser tatamiyê û di pêşbirka ewil de Aman Gul Dosenbay ji Qazaxistanê 7-2 têk bir û derket nîvfînalê.

Vê werzişkara îranî di nîvefînalê de li hember Tai Huang ji Hong Kongê  8:0 têk çû û neçû fînalê.

Di pêşbirka rêzbendiyê de li hember “Eliasia Îsmaîl” ji Îmaratê, Bonyanî bi encama 10 û 5an bi ser ket û mîdala tûnc bi dest xist.

Şampiyoniya Karate ya Asyayê ya sala 2021an bi beşdariya werzişvanên 29 welatan li paytexta Kazakistanê tê lidarxistin.