"Taremî" û "Cehanbexş" ji bo baştirîn Lejyonerê Hefteya Asyayê bûn namzed
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i330533-taremî_û_cehanbexş_ji_bo_baştirîn_lejyonerê_hefteya_asyayê_bûn_namzed
Êrişkarên futbolîst ên îranî yên tîmên futbolê yên Porto û Feyenoord di nav namzedên wergirtina nasnava lejyonerên herî baş ên heftiyê yên Asyayê de cih girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2021 18:07 Asia/Tehran

Êrişkarên futbolîst ên îranî yên tîmên futbolê yên Porto û Feyenoord di nav namzedên wergirtina nasnava lejyonerên herî baş ên heftiyê yên Asyayê de cih girtin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Konfederasyona Fûtbola Asyayê li gorî debûresmên heyî navên namzedên baştirîn legionnerên hefteyê ragihand ku di nav de "Mehdî Taremî" û "Elîreza Cehanbexş" cih girtine

Taremî êrîşkarê îranî yê tîma Portoyê vê hefteyê 90 xulekan li hember Portimonense lîst û karî asîstiyekê bide hevtîmiyên xwe. Porto mev pêşbirka  3-0 qezenc kir.

Di serkeftina Feyenoord a 5-0 ya li hember Sitard de jî Cehanbexş karî gola pêncem a tîma xwe tomar bike.

Sun Hyung-min, Sam Kerr, Yuji Zhao, Takfusa Kobo, Tom Rajik, Huang Yi-joo, Li Jae-sung û Ritsu Duan namzedên din ên legionnerê herî bilind ê hefteyê li Asyayê ne.