Kulmjenê îranî yê herî bilez li cîhanê ye
Çirî 26, 2021 05:56 Asia/Tehran
Îraniyek wek kulmjenê herî bilez ê cîhanê hat naskirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hadî Rezayî Serokê Komîteya tomarkirina rekorê ya Federasiyona werzişên gelemperî ya parêzgeha Têhranê ragihand ku Yûsif Îmanî boksorê îranî li Birca Mîladê ya Têhranê karî bi 403 derbên kulmê yên rasterast (çep û rast) navê xwe di lîsteya pirtûka Gînêsa cîhanê da tomar bike.
Hadî Rezayî got: Pêştir boksorê Slowakiyê bi 334 kulmên rasterast navê xwe li cîhanê bilind kiribû.
Serepeyv