Îlon 03, 2021 11:36 Asia/Tehran
  • Eskerê Boyîk, Nivîskar û helbestvanê emekdar ê êzdî 80 salî ye

Eskerê Boyîk sala 1941'ê li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze, nehiya Aparanê, Komara Ermenistanê) ji diya xwe bûye.

'Têmûrê XELÎL' nivîsiye: "Gava min dixwest derheqê jînenîgariya Eskerê Boyîk de çend gotinan binivîsim, min jê re got, ku çend malûmatiyên wekî: di kîjan salê de bûye, çend pirtûkên wî derketine, li ku xwendiye, derheqê xwe û afrandinên xwe de çi dibêje û hwd. û yên  din ji xwe ez zanim. Wî bes tenê çend malûmatiyên ji jiyana xwe yên "req û rût" şandin, bêyî ku mezinaya wî di wê nivîsa wî de xuya bibe. Eger min tenê ew beş raberî we bikira, we yê sadebûn û paqijayî, zanebûn û welatparêziya wî tam texmîn nekira. Xêncî wê, ku hûnê ji helbestên wî yên li jêr nazikayî û kûraya perçekî helbesta kurdên Ermenistanê bihesin, ezê çend gotinan jî derheqê Eskerê kurd, Eskerê zanyar, Eskerê camêr de binivîsim."

 

 

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê, Wekî ku li gelek ciyan, hinek kes hene ku an ji bo pere qezenckirinê dinivîsin, an ji bo ku navekî ji xwe re derxin, an jî ji betaliyê. Yên wisa, wexta ji bo nivîsara helbestan pere li ser têne birînê, helbest jî jê têne birînê. Wî çaxî mirov di hêlekê de şa dibe, ku edebiyata me wê ziyan û zirarê nekeve, neyar û xêrnexwaz wê qerfê xwe li me nekin, edebiyata me paqijtir dibe, ji ber ku zîwan û qirş û qal nakevine nava pirtûkan, navê wî jî bi pîsîtî dernayê û em bi wî navî nayêne naskirin û ji wî navî şerm nakin. Ji ber ku ew nav me şermezar dike.

 

WÎ BI KEDA XWE KEVIREK DIDA SER KEVIREK DIN

Ew doktorê zanyariyê bû û karê wî yê di hêla êkonomîkayê de rojê bi kêmanî deh sehet jê dixwar, karê malê, malbatê, hevaltiyê, dostaniyê, pismamiyê, eşîriyê jî di hêlekî de têra xwe wextê wî dixwar, carnan ew wisa diwestiya, ku hêsabûneke demdirêj jê re lazim bû. Lê wî hêsabûna xwe di xizmetkirina gelê xwe de didît.

Dema li bal me Komela Xwendkarên Kurd li Ermenistanê hebû, hinek karmendên kurd ên ziravqetiyayî û kursîhiz me di nav miletçîtiyê de gunekar dikirin, Esker tim wekî dîwarekî li me pişta me bû û helan dida me.

LI QUNDEXSAZÊ HATIYE DINÊ

Eskerê Boyîk sala 1941'ê li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze, nehiya Aparanê, Komara Ermenistanê) ji diya xwe bûye.

Berê li gundê xwe, paşê li gundê cînar: Elegezê xwendina navîn standiye. Sala 1966'an înstîtûta bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtîyê xilas kiriye û li înstûta ulm-îzgerîyê ya Êkonomîka Malhebûna Gundîtiyê de xebitîye. Ji pey xwendina Aspîrantûra wê înstîtûtê re dîsêrtasya xwe kirîye û têza kandîdatê ulmê Êkonomîkayê (Aboriyê) standîye, bûye doktor. Heta sala 1991'ê di wê înstîtûtê de wekî serwêrê parê kar kiriye. Gelek berhemên wî yên ulmî (pirtûk, biroşûr, miqale) derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtîyê de bi zimanê ermenî, rûsî çap bûne.

Hê di mektebê de karê afirandariyê ve mijûl bûye. Di salên 6'0î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, bi radyoyê hatine dayîn.

PIRTÛKÊN WÎ YÊN KU DERKETINE

Heta niha ev pirtûkên wî hatine weşandin:

1- ŞIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966.

2- KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, Yêrêvan, 1975.

3- KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, bi zimanê tirkî, kurdî, Stenbol, 1979.

4- KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, bi zimanê tirkî, kurdî, Stokholm, 1990.

5- SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, şano, Yêrêvan, 1980.

6- MEM Û ZÎN, şano, Stokholm, 1989.

7- TÎRÊNC (di berevoka BAHAR da), helbest, Yêrêvan, 1987.

8- LI ÇIYA, kurteçîok, Yêrêvan, 1991.

9- DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja Nû, 1997.

10- ODA ÇÎROKAN 1, helbestên zarokan, Roja Nû, 1997.

11- KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokholm, 1998.

12- GOVENDA HERFAN, helbestên ji bo zarokan, Stokholm 2002.

ŞANOYÊN WÎ HATIN LÎSTIN

Pênc şanoyên wî li ser dikên teatroyên kurdan ên Elegezê, Tbîlîsîyê, Almanyayê hatine lîstin, ji wan sisê ne neşirbûyî ne. Beşên romanokên DEFTERA KURDEKÎ PENABIR û BAHOZ di rojnameyên HÊVÎ, ROJA TEZE û DEMA NÛ de van salên dawîyê çap bûne.

Eskerê Boyîk endemê Yekîtîya Nivîskarên (YN) Welatê Sovyêtê, paşê endamê YN Ermenistanê û YN Qazaxistanê bûye. Salên dirêj katibê sêksîyona nivîskarên kurd yên rex YN Ermenistanê bûye.

Li bajarê Almatayê tevî çend hevalên xwe kovara KURD weşandiye.

Niha Eskerê Boyîk li Almanyayê dijî û ev helbestên li jêr li wir nivîsîne.

 

AVÊN ME

Avên vira mîna avê cem me nînin,

Avên me ji dilê çîya tên-

Çevkanî ne, lêv şîrin in,

Laqirdçî ne, lez û dîn in,

Tev hev dibin, gelîyê kûr da

Diherikin,

Karxezal in, şewqê tînin,

Eşqê tînin, dilîlînin,

Dilevînin,

Xemil hêşîn in,

Heta xemê kevir-kuçik,

Mêrg-çîmanê dora xwe jî

Direvînin…

Avên vira hemdê xwe ne-

Lez-bez nînin,

Kûr in, dûr in, tîl in, kîn in, gêjgerîn in,

Golgenî ne, zelal nînin, helal nînin,

Kubar nînin û sar nînin û har nînin,

Ser xwe keşyê weke çiya digerînin,

Kenerê xwe, qeraxê xwe naêşînin-

Bê amîn in, bê hesîn in, hêdî-hêdî

Hildişînin, dimaşînin…

Avên vira mîna avên cem me nînin,

Kîn û rik in

Evdê mîna mine dilsax-

Paşla wan da unda dibin,

Dixeniqin…

 

 

Serepeyv