Messî bo cara yekem bi PSG re lîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i328577-messî_bo_cara_yekem_bi_psg_re_lîst
Tîma Paris Saint-Germain (PSG) bi du golan bi ser tîma Reims ket û bo yekem car Messî bi PSG re lîst.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 30, 2021 14:22 Asia/Tehran
  • Messî bo cara yekem bi PSG re lîst

Tîma Paris Saint-Germain (PSG) bi du golan bi ser tîma Reims ket û bo yekem car Messî bi PSG re lîst.

PSG di gera çarem a Liga 1(Premier League) a Fransî de bû mêvana tîma Reims û bi encama 2 – 0 bi serket.

Her du golên PSG bi riya Mbappe di xulekên 16 û 63 de hatin tomarkirin.

Stêrka Argentînî Lionel Messî di xuleka 66 de li şûna stêrka Brazîlî Neymarê beşdarî lîstikê bû û ji bo cara yekem bi PSG re lîst.

PSG di 4 lîstikên xwe yên destpêkê de bi ser dikeve û bi tenê di pêşengiya Liga 1 a Fransayê de ma.