Li Qamişloyê: Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327386-li_qamişloyê_mîhrîcana_7’an_a_kurteçîrokên_kurdî_dest_pê_kir
Li Qamişlo çalakiya roja yekemîn a Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî bi beşdarbûna 24 nivîskaran dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2021 08:28 Asia/Tehran
  •  Li Qamişloyê: Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir

Li Qamişlo çalakiya roja yekemîn a Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî bi beşdarbûna 24 nivîskaran dest pê kir.

Ligorî nûçeya Hawar Newsê, Mîhrîcana 7’an bi diruşma "Çîrok bang e…xwenasîn û vedeng e" li Hola Zana ya Qamişlo dest pê kir. Mîhrîcana ji aliyê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ve hatiye organîzekirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre mûzîk û hin qeydên bi dîmen ên nivîskar û hunermenên Kurd ên li derve hatin pêşkêşkirin. Di qeydan de lidarxistina mîhrîcanê hate pîrozkirin.

Di mîhrîcanê de rewşenbîr, nivîskar û helbestvan, her wiha endamên saziyên sivîl ên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Bi giştî 24 nivîskarên kurd li gorî şert û mercên mîhrîcanê û li gorî peyama çîrokê beşdar bûn.

Mîhrîcan dê heta 5’ê vê mehê bidome. Dê di roja dawî de 3 xelat ji bo 3 kurteçîrokên herî baş werin dayîn.

Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ji 2014’an de salane mîhîrcanê ji bo vejandina kurteçîroka Kurdî li dar dixe.