Di pirtûkxana niştimanî ya Yewnanistanê de beşa pirtûkên kurdî vedibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327353-di_pirtûkxana_niştimanî_ya_yewnanistanê_de_beşa_pirtûkên_kurdî_vedibe
Wezareta rewşenbîrî û lawan ya Kurdistanê ragihand, hikûmeta Yewnanistanê razî bû di pirtûkxana niştimanî ya wî welatî de beşek taybet bo pirtûkên kurdî were vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2021 05:40 Asia/Tehran
  • Di pirtûkxana niştimanî ya Yewnanistanê de beşa pirtûkên kurdî vedibe

Wezareta rewşenbîrî û lawan ya Kurdistanê ragihand, hikûmeta Yewnanistanê razî bû di pirtûkxana niştimanî ya wî welatî de beşek taybet bo pirtûkên kurdî were vekirin.

Wezareta rewşenbîrî û lawan ya Kurdistanê ragihandiye, piştî xebatek dirêj me karî hikûmeta Yûnanê razî bikin da ku beşa pirtûkên kurdî di pirtûkxana niştimanî ya wî welatî de were vekirin.

Wezaretê bang li nivîskarên kurd kiriye berhemên xwe wek pirtûk û CD ji wan re bişînin da ku cihê xwe di pirtûkxana niştimanî ya Yewnanistanê de bigirin.

Bi gotina wezaretê, ev dibe derfetek da ku pirtûkên nivîskarên Kurdistanê di asta navdewletî de jî were nasîn.