Pêşbirkên werzişî yên endamên Rêxistina Şanghayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i325473-pêşbirkên_werzişî_yên_endamên_rêxistina_Şanghayê
Rêxistina Hevkariya Şanghayê bi armanca nêzikkirina welatên endam û çavdêr, pêşbirkên çandî û werzişî li dar xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 09, 2021 06:45 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên werzişî yên endamên Rêxistina Şanghayê

Rêxistina Hevkariya Şanghayê bi armanca nêzikkirina welatên endam û çavdêr, pêşbirkên çandî û werzişî li dar xistin.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Pikenê, Vladîmîr Norov, Sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Şanghayê got: Komara Îslamî ya Îranê wek endamê çavdêr di van pêşbirkan da beşdar bûye.

Vladîmîr Norov destnîşan kir: Ev cara yekem e ku endamên malbata mezin a Rêxistina Hevkariya Şanghayê kom bûn û ev pêşbirka dostane li dar xistin.

Sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Şanghayê her wiha got: Bernamene din jî jibo nasyariya zêdetir a welatên endam û çavdêr dê werin lidarxistin.

Ev pêşbirk hevdem digel bîstemîn salvegera damezirandina Rêxistina Hevkariya Şanghayê hatin lidarxistin.