Bayern Mûnîx bû qehremanê Kupa Cîhanî ya Kilûban
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i324037-bayern_mûnîx_bû_qehremanê_kupa_cîhanî_ya_kilûban
Tîma Fûtbala Bayern Mûnîxa Almanyayê bi têkdana tîm amêkzîkî karî bibe qehremanê Kupa Cîhanî ya Kilûban.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2021 09:50 Asia/Tehran
  • Bayern Mûnîx bû qehremanê Kupa Cîhanî ya Kilûban

Tîma Fûtbala Bayern Mûnîxa Almanyayê bi têkdana tîm amêkzîkî karî bibe qehremanê Kupa Cîhanî ya Kilûban.

Li gorî rapora ISNAyê, Dosyeya Kupa Cîhanî ya Kilûban li Qeterê bi pêkanîna du pêşbirkan hat girêdan.

Di pêşbirka rêzebendiyê da Tîma El-Ehlî ya Misirê karî bi derbên penaltiyê Tîma Palmîrasê têk bide û bibe sêyem.

Di pêşbirka Fînalê ya Kupa Cîhanî ya Kilûban da jî Tîma Bayern Mûnîxê bi takegulekê ji Tîma Taygêrz a Mêkzîkê bir.

 

Ev cara şeşem e ku Bayern Mûnîxê Kupa Cîhanî ya Kilûban dibe.

 

Piştî Tîma Barselonaya Spanyayê, Tîma Bayernê duyemîn tîm e ku di salekê da 6 kupan dibe mala xwe.