Çiyagerên Xorasana Bakur hilkişiyan ser zêdetir ji 60 lûtkeyên çiyayan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i323306-Çiyagerên_xorasana_bakur_hilkişiyan_ser_zêdetir_ji_60_lûtkeyên_çiyayan
Serperesta Desteya Çiyageriyê ya Xorasana Bakur got: Desteya Çiyageriyê ya Xorasana Bakur di 9 mehên destpêka sala 1399an hilkişiyana bo ser zêde ji 60 çiyayîn bilind ên parêzgehê û welêt plandarêjî kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 18, 2021 09:38 Asia/Tehran
  • Çiyagerên Xorasana Bakur hilkişiyan ser zêdetir ji 60 lûtkeyên çiyayan

Serperesta Desteya Çiyageriyê ya Xorasana Bakur got: Desteya Çiyageriyê ya Xorasana Bakur di 9 mehên destpêka sala 1399an hilkişiyana bo ser zêde ji 60 çiyayîn bilind ên parêzgehê û welêt plandarêjî kiriye.

Efsane Hisamîferiyê roja Yekşemiyê got: Demaweend, Sebelan, Elemkûh û Gavkuşan ji çiyayên girîng ên Îranê ne ku çiyagerên Xorasana Bakur îsal hilkişiyane ser wan.

Wê got: 35 fêrkarên jin û mêr di vê çiqê da li parêzgehê çalak in.

Wê her wiha got: Aniha zêde ji 1600 çiyagerên parêzgehê bi awayekî rêxistinkirî di çiyagerî, hilkişiyanên werzişî da dixebitin.

Serperesta Desteya Çiyageriyê ya Xorasana Bakur hilkişiyana yekem îranî  çiyagerê Xorasana Bakur, Husên Behmenyar bo çiyayê K2 li Pakistanê ji şanaziyên vê desteyê da zanîn.