Keçên Fûtbalîst ên Şaredariya Sîrcanê, hevrika xwe gulbaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i322809-keçên_fûtbalîst_ên_Şaredariya_sîrcanê_hevrika_xwe_gulbaran_kirin
Tîma Şaredariya Sîrcanê di pêşbirka paşdaketî ya Lîga sereke ya Fûtbala jinan a Îranê da bi 11 gulan ji Tîma şîrazî bir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 02, 2021 10:31 Asia/Tehran
  • Keçên Fûtbalîst ên Şaredariya Sîrcanê, hevrika xwe gulbaran kirin

Tîma Şaredariya Sîrcanê di pêşbirka paşdaketî ya Lîga sereke ya Fûtbala jinan a Îranê da bi 11 gulan ji Tîma şîrazî bir.

Li gorî rapora ISNAyê, Di pêşbirka paşdaketî ya Lîga sereke ya Fûtbala jinan a Îranê, duh Îniyê tîmên Şaredariya Sîrcana Kirmanê û Qeşqayiya Şîrazê çûn pêşberî hevdu û di dawî da tîma sîrcanî bi ser ket.

Tîma Şaredariya Sîrcanê ku beriya vêya bi 12 puenan û navbira gul a zêdetir pêka Voçana Kurdistanê ketibû serê xişteya rêzebendiyê, dih hejmara puenên xwe gihandine 15ê û sê puenan pêşda ket.