Di tûrnûveya tekwondo ya jinan de tîma Roj bi ser ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i322629-di_tûrnûveya_tekwondo_ya_jinan_de_tîma_roj_bi_ser_ket
Di tûrnûveya tekwondo ya jinan a li ser asta herêma Cizîrê hatibû organîzekirin de, tîma Roj bi ser ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2020 04:02 Asia/Tehran
  • Di tûrnûveya tekwondo ya jinan de tîma Roj bi ser ket

Di tûrnûveya tekwondo ya jinan a li ser asta herêma Cizîrê hatibû organîzekirin de, tîma Roj bi ser ket.

Li gorî rapora ajansa Hawar Newsê (ANHA), Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê bi dirûşmeya "Em ê teqez bi ser bikevin" û bi beşdariya 8 tîmên ji herêma Cizîrê, tûrnûveya tekwondo a jinan li dar xist.

Tîmên Roj, Salar, Nadî Berxwedan, Dêrik, Cûdî, ciwanên Hesekê, navenda Nicûm a Hesekê û Dêrikê  beşdarî tûrnûveyê bûn.

Gerînendeyê Tûrnûveyê yê herêma Cizîrê ya ji bo jinên tekwondo hatiye lidarxistin, Dilyar Hisên got ku armanca wan ji vê tûrnûveyê bilindkirina asta lîstikvanan û pêşxistina tekwondo li Rojava ye.

Çalakiya tûrnûveyê li hola Senabil a bajarê Hesekê bi dawî bû. Tîmên beşdarî du berhem (xeyalî û şer) pêşkêş kirin.

Tûrnûve bi serketina tîma Roj bi  dawî bû.