Mijdar 20, 2020 16:15 Asia/Tehran
  • Beytocan ji nexwaşxaneyê derket

Hunermendê Kurd Beytocan ji nexweşxanê derket û rewşa wî ya tendirustiyê baştir bû.

Li gor agahiyên birayê Beytocan li ser hesabê xwe yê madyayê ragihand, rewşa tendirustiya Beytocan niha baş e, ji nexweşxanê hatiye derxistin û li malê çavdêriya rewşa tendirustiya wî tê kirin, lê belê ji bo hin çareseriyan dê car caran wî bibin nexweşxanê.

Hunermendê bi navûdeng ê Kurd Beytullah Gunerî ku bi navê Beytocan tê naskirin û li Swêdê dijî, heyamek e bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û ji ber ku rewşa tendirustiya wî xerab bibû, demek berî niha ew rakiribûn nexweşxaneyeke Stockholmê û di bin çavdêriya tund a pizîşkan de bû.

Beytocan sala 1955an li Farqîna Amedê ya kurdên Tirkiyê ji dayîk bûye û demek e li Swêdê dijî.

Serepeyv