Ji bo "Festîvala Kurtefîlman a Akbankê" dema serîlêdanê dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i318984-ji_bo_festîvala_kurtefîlman_a_akbankê_dema_serîlêdanê_dest_pê_kir
Ji bo "Festîvala Kurtefîlman a Akbankê" dema serîlêdanê dest pê kir. Yên bixwazin divê heta 25'ê berfanbara (Kanûn, Desember) 2020'an berhemên xwe bişînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2020 19:43 Asia/Tehran
  • Ji bo

Ji bo "Festîvala Kurtefîlman a Akbankê" dema serîlêdanê dest pê kir. Yên bixwazin divê heta 25'ê berfanbara (Kanûn, Desember) 2020'an berhemên xwe bişînin.

17'emîn "Festîvala Kurtefîlman a Akbankê" dê di navbera 22 Adar û 1'ê Avrêla 2021'ê de li dar bikeve.

Par ji 74 welatan 2217 kurtefîlman ji bo festîvalê hatibû şandin. Îsal di beşa Pêşbaziya Neteweyî de kurtefîlmê bi ser bikev edê bi 35 hezar TL bê xelatkirin. Di beşa pêşbaziya navneteweyî de jî dê kurtefîlmê serketî bi 5 hezar dolarî bê xelatkirin.

Di festîvalê de ji bilî pêşbazî û nîşandayîna kurtefîlman dê li ser sînemayê gotûbêj, forûm, atolyeyên sînemayê li dar bikevin.