Li Tirkiyê hejmara Pirtûkxaneyên Gel û Pirtûkxaneyên Gerok diyar bû
Li Tirkiyê pirtûkxaneyên zarokan jî di nav de bi temamê hezar û 182 pirtûkxane hene û hejmara pirtûkan jî 20 mîlyon û 742 hezar û 540 e.
Navenda şopandina çapemeniyê Ajans Press li ser vê yekê lêkolînek kiriye. Ajans Pressê ji arşîva dîjîtal a çapemeniyê agahî dane hev û li gor vê yekê gihîştiye encamê. Di heman demê de ji daneyên Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê jî fêde dîtiye.
Li gor ajansê îsal 11 hezar û 774 nûçe yên eleqedarên pirtûkxaneyan hatine weşandin. Ajans Press dibêje ji nûçeyan hatiye fêmkirin ku mijara Pirtûkxaneyên Serverikî (Açikhava Kutuphaneleri) di rojevê de ne, li alyê din pirtûkxaneyên gerok jî di çapemeniyê de cih girtine.
Ajans Press dibêje di sala 2019'an de li Tirkiyê hezar û 182 pirtûkxane hebûne. Ligel van li Tirkiyê 53 heb jî pirtûkxaneyên gerok hene. Ev pirtûkxaneyên gerok par çûne dor hezar cihî û 423 hezar û 511 kesî ji van pirtûkxaneyên gerok sûde girtine.
Li gor ajansê hejmara pirtûkên di van pirtûkxaneyan de jî 20 mîlyon û 472 hezar û 540 heb e.
Dîsa ajans radigihîne ku par 31 mîlyon û 451 hezar û 920 kesî ev pirtûkxane bikar anîne.