Xoradana Rezewî di pêşbirkeyên şetrenca Îranê de bû qehreman
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i318845-xoradana_rezewî_di_pêşbirkeyên_şetrenca_Îranê_de_bû_qehreman
Di pêşbirkeyên şampionê ên şetrencê (kişikê) li asta welêt de Xorasana Rezewî hilkişiya ser pileya qehremaniyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2020 12:49 Asia/Tehran
  • Xoradana Rezewî di pêşbirkeyên şetrenca Îranê de bû qehreman

Di pêşbirkeyên şampionê ên şetrencê (kişikê) li asta welêt de Xorasana Rezewî hilkişiya ser pileya qehremaniyê.

Ajansa IRNAyê îro ragihand: Pêşbirkeyên şampiyonêên şetrenca welêt bi şiklê Online di navbera şetrencbazên 17 parêzgehên Îranê de û bi beşdariya 150 şetrencbazan li dar ket.

Di van pêşbirkeyan de Xorasana Rezewî li hemberî parêzgeha Elborzê serket û bû qehremanê van pêşbirkeyan.

Tîma Qezvînê jî li hemberî tîma Hemedanê serket û di rêza sêyem cih girt.

Eva yekem pêşbirkeya şetrenca Îranê li heyamê pandemiya Koronayê ye ku bi beşdariya gelek parêzgehên Îranê li dar ket.