Pêşniyara betalkirina Olempîka Tokyoyê bo japoniyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i317729-pêşniyara_betalkirina_olempîka_tokyoyê_bo_japoniyan
Serokê Komîteya Neteweyî ya Japonê ragihand ew di rewşekê da ne ku heta niha nehatiye ceribandin û hin pêşniyar jî derbarê betalkirina pêşbirkan gihîştine wan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2020 05:38 Asia/Tehran
  • Pêşniyara betalkirina Olempîka Tokyoyê bo japoniyan

Serokê Komîteya Neteweyî ya Japonê ragihand ew di rewşekê da ne ku heta niha nehatiye ceribandin û hin pêşniyar jî derbarê betalkirina pêşbirkan gihîştine wan.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê 'Inside the games'ê, Yamaşîta, Serokê Komîteya Neteweyî ya Japonê û endamê Komîteya Navneteweyî ya Olempîkê ragihand ku lidarxistina pêşbirkên Olempîkê li paytexta Japonê û di rewşa ku Vîrûsa Koronayê berfirehtir dibe, karekî dijwar e.
Yamaşîta got: Heke em sala tê pêşbirkên Olempîk û Para Olempîka Tokyoyê serketî li dar xxînin, dê şansê me jibo wergirtina mazûvaniya Olempîka Zivistanê ya 2030 ya Sporoyê zêdetir bibe.