Piştî derxistina Valverde, rahênerê nû yê Tîma Fûtbala Barselonaya Spanyayê hat nasandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i312238-piştî_derxistina_valverde_rahênerê_nû_yê_tîma_fûtbala_barselonaya_spanyayê_hat_nasandin
Serokê Kilûba Fûtbalê ya Barselonayê derdem piştî derxistina Valverde (Ernesto Valverde), rahênerê vê tîmê, dewsgirê wî bijartin.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çile 14, 2020 14:19 Asia/Tehran
  • Piştî derxistina Valverde, rahênerê nû yê Tîma Fûtbala Barselonaya Spanyayê hat nasandin

Serokê Kilûba Fûtbalê ya Barselonayê derdem piştî derxistina Valverde (Ernesto Valverde), rahênerê vê tîmê, dewsgirê wî bijartin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Kilûba Fûtbalê ya Barselonaya Spanyayê piştî hevraz û berjêrên vê tîmê di nîvsala niha ya Pêşbirkên Lalîgaya Spanyayê û Lîga Qaremanên Ewropayê biryar da ku 'Ernesto Valverde' derxîne.

Rahênerê derxistî yê Tîma Fûtbala Barselonaya Spanyayê ku karî bi vê tîmê bibe qaremana Lalîgayê, tu wextî nekarî wek rahêmnerên berê yên vê tîmê bibe hezkiriyê hogiran û niha alîgirên yek ji mezintirîn kilûbên cîhanê ji çûyîna wî pêşwaziyê dikin.

Serokên Barselonayê piştî derxistina vî rahênerî, dewsgirê wî dan nasandin.

Keyke Setîn rahênerê 61 salî yê Spanyayî ku pêştir ji vêya rahêneriya Las Palmasê û Reala Betîsê girtibû ustiyê xwe, bi girêbestekê heta Hezîrana 2022ê rahêneriya Barselonayê girte ustiyê xwe.