May 28, 2021 13:33 Asia/Tehran
  • 25 rêxistinên civaka sivîl ji bo rewşa Efrînê bang li Netewên Yekgirtî dikin

25 sazî û rêxistinên civaka sivîl radigihînin, berê rêjeya kurdan Efrînê %96 derbas dikir, lê piştî Tirkiyê dagîr kir, rêjeya kurdan daketiye %25.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, "25 sazî û rêxistinên, civaka sivîl, qanûnî û mafên mirovan di daxuyaniyeke hevbeş de radigihînin, berê rêjeya kurdan Efrînê %96 derbas dikir, lê piştî Tirkiyê dagîr kir, rêjeya kurdan daketiye %25. Ew 25 rêxistin bang li Netewên Yekgirtî dikin da ku dagirkirina Tirkiyê bi dawî bike û zextê bide ser wê ji bo ji bakurî sûriyê vekişe."

Daxuyaniya hevbeş a 25 sazî û rêxistinan wiha ye:

Daxuyanî bo raya giştî:

"Ji destpêka êrîşa Tirkiyê û komên sûrî yên çekdar ên girêdayî wê di 20.1.2018'an de ser herêma Efrînê û ta niha dewleta Tirkiyê bi riya sûc û binpêkirinên ku bi awayekî yekser hêzên dagirkeriyê pêk tînin û bi awayekî neyeser fermanan didin komên sûrî yên çekdar û derî li pêş binpêkirin û sûcên pêk tînin vekiriye ku hemû sûc û kiryar derheqê mirov, dar û kevir li herêma Efrînê ji kuştin, revandin, êşkencekirin, veşartina bi zorê, tundiya cinsî, desteserkirina mal û milkên giştî û taybet herwiha diziya kevneşûpiyên herêmê û wêrankirina mîrata çandî û dîrokî ya herêmê ku piraniya wê tevlî sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê dibin ê ku her çar rêkeftinên Jenevê ya sala 1949an û her du pirotokolên sala 1977an lê hatiye zêdekirin tevî peymana Roma ya bingehîn a madeyên (6-7-8) a sala 1998an dibin pêk tînin, siyasetên xwe yên li dijî gelan û şaristaniyên mirovî bi giştî berdewam dike.

Ev hemû sûc û kiryar ji bo kurdên li Efrînê li ser axa xwe mane koçber bibin û pilanên xwe yên guhartina dîmogirafî ya giştî ya hevgirêkiya gelî bi riya tunekirina nasname û taybetmendiya kurdî ya herêmê û anîna bi sedan hezar ji hemewlatiyên ereb û tirkmen ji çekdar û malbatên rêkeftinên lihevkirinê bi sîstema sûrî re bi pişgiriyeke Rûsî-Tirkî qebûl nekirine pêk tînin berdewam dike ku nêzî /400.000/hemwelatî di malên welatiyên efrînî yên hejimara wan nêzî /300.000/ welatî kurd ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bûne de bi cih bûne, piraniya welatiyên kurd ên koçber bûne li Şehbayê di kampên netewên yekbûyî û rêxistinên alîkariyê yên girêdayî wê yên asta herî kêm ji girîngiyê nedin van kampan de bi cih dibin.

Berê rêjeya welatiyên kurd ên efrînî li herêma Efrînê %96 derbas dikir lê piştî dagirkeriyê li hemberî rêjeya hemwelatiyan niha rêjeya welatiyên kurd li Efrînê %25 derbas nake.

Ji ber ku dagirkeriya Tirkiyê bi pergal hejimarên mezin ji hemwelatiyan ber bi herêmê ve tîne berdewam e û ji ber pirbûna hejimara gel nema gund, navçe û bajerokên Efrînê dikare hemwelatiyên din nava xwede bihewîne.

Dagirkeriya Tirkiyê bi hin rêxistinên xwe li piş perdeya xizmetên mirovî veşartine yên bingeha wê sîstema ixwanî ya îslamî ya cîhanî dimeşînin destyar bûye û kampên nebirê û pêkirî li tevahî herêmê ava kirin tevî bi dehan kamp wek (kampa Elbesme li gundê şadirê ji hêla komeleya Eleyş bikeramê ereb filestîn û komeleya Eleydî Elbeyda'i ya kiwêtî) ji bo dupatkirin û terxandina rastiya guhartina dîmogirafî û bihêlin ku hemwelatî ber bi herêmê ve werin û têde bi cih bibin ava dikin.

Ji sê salan ve dagirkeriya Tirkiyê hewil dide ku nasname û teşeya herêmê bi riya guhertina navên kolan, holên giştî, nexweşxane, bilindkirina ala tirkî ser dibistan û saziyên fermî herwiha ferzkirina ola îslamî ser îzîdiyan, avakirina mizgeftan li gundên îzîdî bêyî ku li hember olan rêzdar bin û rengê nasnameya tirkî bide herêmê biguhêre, bi vî awayî zagonên navnetewî, mirovî û rêkeftinên navnetewî yên girêdayî wê li gorî madeya /49/ ji rêkeftina Jenevê ya çaramîn a sala 1949an û madeyê dudiyê ji peymana netewên yekbûyî ya sal 1945an dupatkirî binpê dike.

Piraniya kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê derheqê şêniyên Efrînê de pêk tînin bi armanca xwestina pereyan  oprasiyonên revandin û kuştinê zêde kirin, herwiha hewil dide ku xêzik û şûnwarên çand û şaristaniyê ku kurdîtiya herêmê di dîrokê de diyar dike bi riya xirakirin, dizî û wêrankirina kevneşûpiyên herêmê wek (Endarê, Nebî hûrî û h.w.d) biguherîne.

Em koçberên efrîn û rêxistinên mafî dibînin ku destwerdanên Tirkiyê ji axa sûriyê re dagirkirin e ji ber tu fermanên resmî ji bo destwerdana dewletek din nehatiye dayîn û dagirkirina dewleta Tirkiyê ji herêmên sûriyê re ne tiştekî nû ye ku berê Lîwa'i Iskendreûn a sûrî û perçeyek ji axa Qibirisê dagir kiriye.

Ji ber wê banga me ji Desteya Netewên Yekbûyî re heye ku dagirkirina Tirkiyê bi dawî bike û zextê bide ser wê ji bo ji bakurê sûriyê vekişe. Herwiha alûzî û nakokiyan bi aramî çareser bikin û hemberî vîn û îradeya gelê sûriyê rêzdar bin ku çarenûsa xwe bixwe diyar bike û çareseriyên siyasî ji aloziya sûriyê re pêşkêş bikin tevî daxwaza me ji dewleta sûriyê re ew e ku bi riya rola xwe ya siyasî di rêxistina netewên yekbûyî de li hemberî destwerdanên dewleta Tirkiyê bisekine û berevaniya xaka xwe bike.

Nemaze em dagirkirina Tirkiyê ji axa sûriyê re binpêkirin û kiryarên wê yên qirêj ê di derheqê gelê sûriyê de pêk tîne û nakokiyan dixe navber pêkhateyên wê de bi taybet li Efrîna dagirkirî şermazar dikin herwiha nûnerê dewleta Tirkiyê û nûnerê komên çekdar ên sûrî yên girêdayî wê ser binpêkirin û kiryarên darheqê gelê sûriyê de pêk tînin ji bo wekhevî û dadmendî pêk were werin muhesbekirin."
 

Serepeyv