Hezîran 23, 2022 08:40 Asia/Tehran
  • Lavrov û Reyîsî li Tehranê civiyan

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê berêvara Çarşemê di gel Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê civiya.

Li gorî rapora IRNAyê, Sêrgêyî Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ku roja Çarşemê li ser vexwendina Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê derbasî Tehranê bû, di gel Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê civiya.

Sêrgêyî Lavrov di vê serdanê da dê derbarê mijarên têkildarî wajokirina lihevkirinameya hevkariyên demdirêj û berfirehkirina peywendiyên aborî yên dualî tevî giranbûna boykotên welatên rojavayî, di gel rayedarên îranî bişêwire.

Hevkariya di warê ewlehiya navçeyî têkildarî Sûriye û Efxanistanê jî dê ji mijarên sereke yên gotûbêjên du aliyan be.

Her wiha mijara gotûbêjên navokî jî dê di rojeva gotûbêja Lavrov tev hevpêşeyê xwe yê îranî be.

Serepeyv