-
Efrîn - Çeteyên Tirkiyê pîrejina kurd kuştin, kur û bûkên wê jî revandin
Tebax 21, 2020 10:25Li bajarê Efrînê yê ku bakurê rojavayê Sûriyê artêşa Tirkiyê û terorîstan ew dagîr kiriye, sê jinên kurd ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatin revandin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Tebax 20, 2020 14:34Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 27 kesên din bi Koronavîrusê ketin. Bi vê yekê hejmara giştî gihaşt 280`an. Her wiha 17 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.
-
Sûriye - Mezlûm Ebdî û fermandarên QSD'ê serdana Dêrazorê kirin
Tebax 20, 2020 06:16Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û şandeyek fermandarên QSD'ê bi armanca şopandina rewşa saziyên leşkerî û sivîl serdana Dêrazorê kir. Her wiha serdanvan dê bi armanca nîqaşkirina rewşa herêmê li gel çalakbûna şaneyên DAIŞ û "şaneyên herêmî yên ku hewl didin tevliheviyê li herêmê derbixin" bi saziyên civakî û êlan re bicivin.
-
"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" sersala hicrî kir betlane
Tebax 20, 2020 06:01"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku sibe bi boneya sersala hicrî li tevahî saziyên giştî yên girêdayî rêveberiyê betlane ye.
-
Li deverên kurdnişîn ên Sûriyê îro 34 kes bi Koronayê ketin
Tebax 19, 2020 08:37Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser li bakur û bakurê rojhilata Sûriyê ragihand ku 34 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa Koronayê li bajarên vê deverê hatine tomarkirin.
-
Li Sûriyê teqîn: Generalekî Rûsî hat kuştin
Tebax 19, 2020 06:15Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku di teqîna li herêma Dêrazorê de generalekî ji artêşa wî welatî canê xwe ji dest da. Mayînek bi karwanê Rûsî de teqiya dema ku ji karekî xêrxwazî vedigeriyan.
-
Du teqînên giran li navçeyên dagîrkirî yên Serîkanî û Girê Sipî qewimîn
Tebax 18, 2020 15:34Li navçeyên dagîrkirî yên Serîkanî û Girê Sipî li bakurê Sûriyê ku di bin kontrola hêzên Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê da ne, hevdem du teqînên giran qewimîn.
-
Çekdarên ser bi Tirkiyê 8 welatiyên efrînî revandin
Tebax 18, 2020 15:27Mîlîtanên ser bi Tirkiyê 8 welatiyên sivîl ji wan du jin li du gundên herêma dagîrkirî ya Efrînê revandin.
-
Navenda fermandetiya têrorîstan li Idliba Sûriyê hat jinavbirin
Tebax 18, 2020 14:45Balefirên şêrr ên Artêşa Sûriyê Navenda fermandetiya têrorîstan li Idlibê ji nav bir.
-
Heleba Sûriyê - Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 6 kes bi Koronavîrusê ketin
Tebax 18, 2020 14:38Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand ku li her du taxan 6 kes bi Koronavîrusê ketine. Her wiha bang li şêniyan kir ku divê tedbîrên xweparastinê pêk bînin.