-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bi Koronavrîusê ketin
Tebax 18, 2020 10:00Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku 14 kesên din bi Koronavîrusê ketine.
-
SOHR: "Tirkiyê çeteyên Sûriyê dişîne Lubnanê"
Tebax 17, 2020 22:37Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Dewleta Tirkiyê çeteyên Sûriyê dişîne Lubnanê da ku sûdê ji aloziya ewlehî û valahiya siyasî ya li wir bigire.
-
Dema 4 rojan e av li ser Hesekê hatiye qutkirin
Tebax 17, 2020 08:36Rêveberiya Avê li Hesekê ragihand, eva 4 roj in grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve careke din ava wêstgeha Elok qut kirine û niha pirsgirêka kêmbûna avê li bajarê Hesekê mezintir bûye.
-
Rêxistineke hiqûqî: Rêzesûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê berdewam in
Tebax 17, 2020 04:13Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê rêzesûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê belge kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên artêşa Tirkiyê bînin. Rêxsitinê diyar kir ku li gel berdewamiya sûcan, guhertina demografî didome.
-
Amerîka 2200 hêzên HSD'ê ji hêla leşkerî va fêr dike
Tebax 16, 2020 13:35Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi armanca parastina bîrên neftê li navçeyên bin sserdestiya Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li Kurdistana Sûriyê, 2200 kesan ji wan ji hêla leşkerî va fêr dike.
-
Dewama rêzeteqînan li navçeyên bin kontrola artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê
Tebax 16, 2020 10:37Di çend rojên bihurî da ji be rteqînê li El-Bab û Cerablusa Sûriyê, du kes ji wan endamekî payebilind ên Artêşa Azad a Sûriyê hatin kuştin.
-
Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Kovîd-19 ketine
Tebax 16, 2020 07:31Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku 11 kesên din bi vîrusê ketine û û heta niha 182 kes bi vîrûsê ketine û 10 kes mirine.
-
58 malbatên DAIŞê ji Kampa Holê bo kampeke ser sînor hatin veguhastin
Tebax 15, 2020 18:00ayişê Rojava bi dehan malbatên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê ya li Hesekê bo kampeke din a li Dêrikê veguhastin.
-
Li Şehbayê di navbera hêzên Kurdî û çeteyên Tirkiyê de şer derket
Tebax 15, 2020 17:44Li navçeya Şehbayê şeva derbasbûyî di navbera hêzên Kurdî û grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê (çeteyan) de şer û pevçûn derketin.
-
Li bajarê Cerablusê yê bakurê Sûriyê teqînek pêkhat
Tebax 15, 2020 15:10Teqînek li bajarê Cerablus a ser bi parêzgeha Heleb a bakurê Sûriyê pêkhat.