Çekdarên ser bi Tirkiyê 8 welatiyên efrînî revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318767-Çekdarên_ser_bi_tirkiyê_8_welatiyên_efrînî_revandin
Mîlîtanên ser bi Tirkiyê 8 welatiyên sivîl ji wan du jin li du gundên herêma dagîrkirî ya Efrînê revandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 18, 2020 15:27 Asia/Tehran
  • Çekdarên ser bi Tirkiyê 8 welatiyên efrînî revandin

Mîlîtanên ser bi Tirkiyê 8 welatiyên sivîl ji wan du jin li du gundên herêma dagîrkirî ya Efrînê revandin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê bi daxuyaniyekê tevî amajeya bi dewama revandina welatiyên efrînî ji aliyê çekdaran li vê hermê, ragihand: "Koma çekdar a Lîwa El Weqas ya di bin sîvana piştevaniya artêşa Tirkiyê li Efrînê roja bihurî 5 kes ji wan 2 jin ji gundê Hekîçeyê li navçeya Şîyê revandine ku heta vê kêliyê diyar nîne çi hatiye serê van 5 kesan."

Li gorî nivîsa Kurdistan24ê, Her wiha çekdarên ser bi Koma Cebheya Şamiyê ji komên bin fermana "Artêşa Azad a Sûriyê" jî roja 15ê Tebaxa 2020î, li gundê Hûtkayê ya ser bi navçeya Mabtaya Efrînê, 3 gundî revandine.