"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" sersala hicrî kir betlane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318808-rêveberiya_xweser_a_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_sersala_hicrî_kir_betlane
"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku sibe bi boneya sersala hicrî li tevahî saziyên giştî yên girêdayî rêveberiyê betlane ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2020 06:01 Asia/Tehran

"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku sibe bi boneya sersala hicrî li tevahî saziyên giştî yên girêdayî rêveberiyê betlane ye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro giştînameyek bi boneya rasthatina sersala hicrî ku dikeve 20.08.2020’an, derxist.

Giştînameya bi hejmara 27’an wiha ye:

“Li tevahî saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sibe (20.08.2020) betlane ye, ji bilî saziyên ku kar ji wan tê xwestin.”