-
SOHR: Sewqiyeteke din a artêşa Tirkiyê derbasî gundewarê Idlibê bû
Kanûn 17, 2020 20:44SOHR, ragihand ku sewqiyeteke din a artêşa Tirkiyê derbasî gundewarê Idlibê bû.
-
Fermandariya Giştî ya YPG`ê: Hêzên me êrişî Pêşmergeyan nekirin
Kanûn 17, 2020 14:47Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hêzên wan tu êriş nebirine ser hêzên Pêşmergeyan û ew rêzê li hemberî serweriya Herêma Kurdistanê digirin. Her wiha bang li serokatiya herêmê kir ku dev ji siyaseta êrişkarî û provokasyonan berde.
-
17ê Kanûnê - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 70 kesên din bi koronayê ketine
Kanûn 17, 2020 10:08Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên çûyî de 70 kesên din bi koronayê ketine û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
-
Yekitiya Erebî qutkirina avê li ser Hesekê ji hêla dewleta Tirkiyê ve şermezar kir
Kanûn 17, 2020 08:05Yekitiya Parlamenta Erebî qutkirina avê li ser bajarê Hesekê ji hêla dewleta Tirkiyê ve şermezar kir û bang li NY û civaka navneteweyî kir ku helwesteke diyar li hemberî siyasetên wê yên nemirovane nîşan bidin.
-
YPG’ê bersiva alîkarê wezîrê Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê da
Kanûn 16, 2020 19:44Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn gotibû ku YPG’ê êrişî pêşmergeyan kiriye. YPG’ê di bersiva wî de ew derewîn da zanîn.
-
Wezîrê derve yê Sûriyê îro diçe Moskowê
Kanûn 16, 2020 12:07Derbarê geşdeanên li Sûriyê rojnama Şerq El-Ewsat nivîsî: "Îro wezîrê karên derve yê Sûriyê Fêsel Miqdad dê serdana Moskowê bike ku serdena wî ya yekem ji bo Rûsya ye piştî ku bû wezîrê karên derve.”
-
Mezlûm Kobanî li ser şerê PKKê û Pêşmerge û êrîşên ser ofîsên ENKSê daxuyanî da
Kanûn 16, 2020 06:18Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî (Kobanî) derbarê şerê navbera PKKê û Pêşmergeyên PDK û êrîşa li ser ofîsên ENKSê li bakurê Sûriyê peyamek belav kir û herdu bûyer şermezar kirin.
-
Nameya Sûriyê bo NY: Tirkiyê zêdetirî miliyonek mirov tîno hiştine
Kanûn 15, 2020 15:06Wezareta karên derve ya Sûriyê bi nameyekê bo NY Tirkiye bi tînohîştina zêdetirî yek miliyon kesî li Hesekeyê tawanbar kir.
-
Mezlûm Ebdî bang li aliyên kurdî kir ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin
Kanûn 15, 2020 14:56Hawar Newsê nivîsiye: "Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî got êrişa hêzên PDK`ê ya li dijî hêzên PKK`ê cihê şermezariyê ye û banga çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir."
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 85 kesên din bi koronayê ketine
Kanûn 15, 2020 06:08Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 85 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine û 7 kes jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.