-
Têrorîstên Bereya Nusreyê êrîşî ser navçeyên kêmkirina kêşeyê li Sûriyê kirin
Adar 23, 2021 00:34Navenda rûsî ya çavdêriya li ser agirbesê li Sûriyê qala gulebarana navçeyên kêmkirina kêşeyê li vî welatî ji aliyê têrorîstên Cebheya Nusreyê va kir.
-
HSD: Li Eyn Îsa 37 çeteyên dewleta Tirkiyê hatin kuştin
Adar 22, 2021 17:01Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî encama şerê sê rojan a li navçeya Eyn Îsa û gundên wê ragihand, bi giştî 37 çete hatin kuştin, 18 çete birîndar bûn, 3 panzer, 2 doçka hatin ruxandin, 2 panzer jî hatin derbkirin. HSD’ê diyar kir 1 çeka BKC û miqdarek amûrên leşkerî jî hatine desteserkirin.
-
Artêşa Tirkiyê Til Rifetê û gundên Şehbayê topbaran dike
Adar 22, 2021 16:30Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di van kêliyan de derdora bajarokê Til Rifetê û gundê Til Cîcan ê kantona Şehbayê û gundê Til Cemîl ê bakurê Helebê topbaran dikin.
-
Ji ber teqîneke giran li Serê Kaniyê çendkesan can dan û gelek kes jî birîndar bûn
Adar 22, 2021 12:53Li bajarê Serê Kanî yê bakurê Sûriyê ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye teqînek çêbû û li gor zanyariyan di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 4 ji wan zarok bûn.
-
Bi dehan kuştî û birîndar di êrişên terorîstî de yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Heleba Sûriye
Adar 22, 2021 09:02Di êrîşên hawanan ên komên çete yên çekdar ku Tirkiye piştgiriya wan dike ser hin taxên li Helebê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.
-
Tirkiyê êrîşa asimanî bir ser navçeyeka kurdnişîn li Sûriyê
Adar 21, 2021 04:55Tirkiyê êrîşî ser baregehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.
-
HSD: Li Eyn Îsa 16 çekdarên Tirkiyê hatin kuştin
Adar 20, 2021 20:18HSDê dibêje, di şerê Eyn Îsa de 16 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin, zarokek jî ji ber topbarana Tirkiyê hatiye kuştin.
-
Tirkiyê û çeteyên wê Eyn Îsa topbaran kir, kuştî û birîndar hene
Adar 20, 2021 07:40Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên bi ser Tirkiyê dewrûberên Eyn Îsa topbaran kirine û di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest dane û 5 sivîl jî birîndar bûne.
-
Artêşa Tirkiyê çend deverên di destê artêşa Sûriyê de bordûman kirin
Adar 20, 2021 05:30Artêşa Tirkiyê ku gelek dever li Sûriyê dagir kirine, çend deverên di bin desthilata artêşa Sûriyê de bombebaran kirin.
-
'Dagirkirina Efrînê nuqteyeke reş jibo hêzxurtên cîhanê bû' / 'Tirkiye xetrereke mezin li ser cîhanê ye'
Adar 19, 2021 11:58Endamê nûnertiya 'Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê' li Herêma Kurdistana Iraqê got: "Rewşa Efrînê dê bi vî awayî nemîne û ev navçe beşeka cudanebûyî ji nexşeya Kurdistana Sûriyê ye û divê vegere ser Kurdistana Sûriyê."