Tirkiyê êrîşa asimanî bir ser navçeyeka kurdnişîn li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i325066-tirkiyê_êrîşa_asimanî_bir_ser_navçeyeka_kurdnişîn_li_sûriyê
Tirkiyê êrîşî ser baregehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 21, 2021 04:55 Asia/Tehran
  • Tirkiyê êrîşa asimanî bir ser navçeyeka kurdnişîn li Sûriyê

Tirkiyê êrîşî ser baregehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.

Li gorî rapora France Pressê, Koma bi navê Zîrevana mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Balefireke şêrr a artêşa Tirkiyê Şemiyê bi şev navçeya bin kontrola hêzên HSD li gundê Seyda li derdora Eyn Îsayê li bakurê Reqayê daye ber êrîşê.

Ev rapor dibêje: Ev yekem êrîş di 17 mehên borî da ye.

Artêşa Tirkiyê bi mehneya têkoşîna dijî têrorîsmê, zêdetir ji du salan e ku hjin navçeyên Sûriyê dagir kirine û komeke çekdarên vî welatî hema wisa li van navçeyan in.

Destwerdana leşkerî û êrîşên artêşa Tirkiyê dijî hêzên kurd li Sûriyê tûşî şermerzarkirina gel û dewleta vî welatî û civaka cîhanî bûye.