-
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê dîsa av li ser bajarê Hesekê qut kirin
Nîsan 27, 2022 01:39Ava rawestgeha Elokê careke din li ser bajarê Hesekê û derdora wê hatiye birrîn. Li gor agahiyan, ew pênc roj in ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ava wê rawestgehê li ser Hesekê birîne.
-
Artêşa Tirkiyê bi dronekê êrîşî Til Rifetê li bakurê rojavayê Heleba Sûriyê kir
Nîsan 27, 2022 05:16Artêşa Tirkiye bi dronekê derdora bajarokê Til Rifetê li bakurê rojavayê Helebê ya Sûriyê bombebaran kir û ji ber bombebaranê zerar gehişte malekê.
-
Çeteyan li Bilbilê 75 darên zeytûnê birîn
Nîsan 26, 2022 15:36Çeteyên Lîwa El-Şemal ên dewleta Tirkiyê li gundê Zerê yê navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê 75 darên zeytûnê birîn.
-
Ji Cotmeha 2019'an de di êrişên li ser Eyn Îsa û Girê Spî de 60 kuştî û birîndar hebûne
Nîsan 26, 2022 11:35Di êrişên Dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê yên ji Cotmeha 2019'an û vir de yên li Eyn Îsa û Girê Spî de 60 welatî şehîd û birîndar bûn.
-
Karzanên NY: Hin kiryarên Tirkiye û komên pê ra li Efrînê mînaka sûcên şêrr in
Nîsan 25, 2022 12:45Karzanên NY di rapora xwe da hin kiryarên Tirkiyê û komên çekdar ên bin fermana wê li navçeyên dagirkirî yên kurdnişîn ên Sûriyê ji wan li Efrînê wek mînaka sûcên şêrr zanîn.
-
Li Helebê Komkujiya Ermeniyan hat bibîranîn
Nîsan 25, 2022 10:08Li bajarê Helebê Ermeniyan bi rêya meşekê komkujiya sala 1915an bi bîr anî. Meşa bîranînê bi şev ji Kenîseya Ermenên Ortodoks bi bilindkirina ala û sloganên protestokirina komkujiyê destpê kir û ber bi goristan û monomenta taybet bi komkujiyê hat kirin.
-
Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Êrişên Tirkiyê dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne
Nîsan 23, 2022 06:27Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku êrişên domdar ên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmê dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne. Her wiha bang li hêzên "Garantor" kir ku êrişên dewleta Tirkiyê rawestînin.
-
Ebdî: Tirkiyê gefan li ewlehiya herêmê dixwe û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê asteng dike
Nîsan 23, 2022 06:19Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî got, Tirkiyê bi êrişên xwe, peymanên navneteweyî yên ku bi dewletên garantor re îmze kiriye, bin pê dike û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê asteng dike.
-
Dewleta Tirkiyê navenda Kobanê bombebaran kir
Nîsan 22, 2022 09:30Artêşa dagirker a Tirkiyê îro navenda bajarê Kobanê yê bakurê Sûriyê topbaran kir.
-
Hêzên Tirkiyê 6 gundên Zirganê topbaran kirin
Nîsan 22, 2022 08:49Hêzên Tirkiyê 6 gundên Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Sûriyê topbaran kirin û di encamê de pêleke koçberiyê li navçeyê dest pê kiriye.