-
Li Dêrazorê êrîşa DAIŞê: 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan
Nîsan 22, 2022 00:21Hat ragihandin ku di êrîşa terorîstên DAIŞê ya li Dêrezorê de 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane.
-
Leşkerên Tirkiyê sê ciwanên kurd ên Sûriyê li ser sînor îşkence kirin
Nîsan 22, 2022 04:14Cendirmeyên Tirkiyê 3 ciwanên kurd ên Sûriyê li ser sînorê Kobanê girtin ew bi tundî îşkence kirin û avêtên ser sînor.
-
Erebeyeke bombebarkirî li bakurê rojavayê Şamê teqiya
Nîsan 21, 2022 07:38Çavkaniyên nûçeyan qala teqîna erebeyeke bombebarkirî li bakurê rojavayê Şamê kir.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Nîsan 20, 2022 17:19Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çarşema Sor pîroz kir.
-
Efrîna dagirkirî: Çeteyên girêdayî bi Tirkiyê li Mabetayê welatiyek revand û bir cihekî ne diyar
Nîsan 20, 2022 16:53Çeteyên “Firqeya El-Hemzat” a girêdayî dewleta Tirkiyê ji gundê Dargirê yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî welatiyek revand û bir cihekî ne diyar.
-
Dewleta Tirkiyê careke din ava çemê Firatê qut kir
Nîsan 18, 2022 11:45Dewleta Tirkiyê ji destpêka Nîsanê ve careke din ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kir û bi nêzîkbûna dema çandiniyê re avê wek çekeke şer li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.
-
Rûsiyê gef li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwar
Nîsan 18, 2022 05:40Rûsiyê gef li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwar ku eger dest ji dorpêçkirina navçeyên bin kontrola dewleta navendî ya Sûriyê li bajarê Qamişloyê nekişînin, dibe ku Tirkiye careke din êrîşî ser kurdên Sûriyê bike.
-
HSDê derbarê nûçeya canjidestdana 13 şervanên xwe de daxuyanî da
Nîsan 17, 2022 18:28Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de nûçeya canjidestdana 13 şervanên xwe ji aliyê Tirkiyê ve derewand. Tirkiyê ragihandibû 13 şervanên HSDê ku xwestine li herêma Operasyona Kaniya Aştiyê (Girê Spî û Serê Kaniyê) êrîşan pêk bînin, di berteka hêzên wan de canê xwe ji dest dane.
-
Li Heseka Sûriyê ji ber êrîşa droneke Tirkiyê 2 kes birîndar bûn
Nîsan 17, 2022 09:54Droneke artêşa Tirkiyê gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê ya ser bi herêma Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê bombebaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
-
Li Cerablusê jineke Kurd ji aliyê MÎT`a Tirkiyê ve hat revandin
Nîsan 17, 2022 04:34MÎT`a Tirk a dagirker jineke Kurd a ji gundê Mosako yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî li bakurê rojavayê Sûriyê li bajarê Cerablusê revand.