-
Dewleta Tirkiyê li Til Rifetê êriş bir ser nexweşxaneyekê
Hezîran 01, 2022 04:27Balafireke bêmirov a întiharî ya dewleta Tirkiyê ya dagirker klînîkeke nexweşiyên jinan li navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê, hedef girt.
-
Civînên komîteya nivîsandina destûra Sûriyê li Cinevê berdewam in
Hezîran 01, 2022 04:39Gera heştan a danûstandinên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê roja Duşemê 30ê Gulana 2022an li Cenevê destpê kir, û ew civîn dê heya 3 meha bihê berdewam bin.
-
Nûrî Mehmûd: Em gefa Erdoxan cidî digirin / Erdoxan ji bo êrîşê hin çirayên kesk wergirtine
May 30, 2022 12:08Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên Sûriyê gefa Tirkiyê derbarê êrîşa dubare li ser navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê tam cidî zanî û got ku YPG ji bo şerekî ciyawaz di gel hêzên êrîşker ên Tirkiyê amade ye.
-
Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê gundên Kobanî û Efrînê yên kurdên Sûriyê topbaran kirin
May 29, 2022 17:10Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê, gundên Zor Mixar û Şîwx Fewqanî li rojavayê bajarê Kobanê li bakurê Sûriyê û Gundên Tinib û Şiwarxe yên navçeya Şera ya herêma Efrînê ya dagirkirî ji topbaran kirin. Ji ber topbaranê zeviyên welatiyan tên şewitandin.
-
Îhtîmala ku Tirkiye ji nû ve êrîşî Bakurê Sûriyê bike, pir zêde ye
May 29, 2022 14:17Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK.S) ragihand: “Dibe ku Erdogan çiraya kesk ji welatên bihêz wergirtibe, ku gefan li Kurdistana Sûriyê dixwe”.
-
Şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rabûn
May 28, 2022 15:00Şêniyên navçeya Sermîn a bajarê Idlibê yê ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dagirkir bûye, li dijî dewleta Tirkiyê xwepêşandan li dar xistin û siyasetên wê şermezar kirin.
-
Li Efrînê, nêzîkî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê teqînek pêk hat 3 kes birîndar bûn
May 28, 2022 13:40Li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê motorsîklêtek bombebarkirî li nêzîkî navenda hêzên Tirkiyê teqiya.
-
Tirkiyê û çeteyên wê navenda Zirgan û Til Temir û gundên wê topbaran kirin
May 28, 2022 12:42Artêşa Tirkiyê û grupên çete yên ser bi Tirkiyê ve êvara Înê navenda bajarokê Zirganê û gundewarên bajarê Til Temirê topbaran kir.
-
Rûsya: Tirkiye nikare li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin xemsar bimîne
May 28, 2022 08:16Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254an li Sûriyê dimînin û destnîşan kir ku Tirkiye nikare li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin xemsar bimîne. Daxuyaniya Lavrov wek rêdan ji bo operasyona Tirkiyê ya li dijî kurdên Sûriyê hat şîrovekirin.
-
Nadine Maenza helwesta welatê xwe ya li hemberî gefên Erdogan rexne kir
May 26, 2022 05:39Seroka Komîseriya Azadiyên Olî ya Amerîkayê ya berê Nadine Maenza helwesta “sist” a welatê xwe ya li hemberî gefên dewleta Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir.